Bûyerpress
Li taxa Kurdan a li navenda bajarê Reqayê, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqartîk û çekdarên DAIŞê de şerekî giran rû da, ji encamê zêdetir ji 15 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û miqdarek ji çekan hat desteserkirin.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku li taxên Nehda, Emîn, Hena, Huriyê û Ekrad yên bajarê Reqayê, di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de şer li dar e.
Heman malperê da zanîn ku şervanên HSDê li dora Nexweşxaneya Niştimanî ya Reqayê, çekdarên DAIŞê dorpêç kirine.