Bûyerpress_Rimêlan
Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD) Sîhanok Dîbo, got ku hemî biryarên ku di kongreyê PYDê de dê bên sitandin, dê li gorî siyaseta PYDê di qonaxa aniha de be, li ser astên Kurdistanî, Sûrî, herêmî û navdewletî.
Her wiha Dîbo ji Bûyer re got ku dê hin strateciyên nû di hêlên siyasî û rêxistinî de ji bo her du salên bê werin danîn.
Şêwirmendê PYDê Sîhanok Dîbo di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hetanî aniha çu biryar der heqê hilbijartina hevserokatiyê de nehatiye sitandin.