Bûyerpress
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bicihbûna çavdêrên Iraqî li her du firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê erê kir, ew jî wekî bersivdayînekê li hember gefên Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî ye ku gotibû “Tenê 72 demjimêr molet bi Herêma Kurdistanê re heye ku her du firokxaneyan û derbasgehên sînorî radestî Bexdayê bike”.
Piştî ku Bexdayê biryara ragirtina firokxaneyan da, kampanyayên asîmanî yên biyanî, geştên xwe yên asîmanî dabûn rawestandin.
Referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê ku bi rêjeya 93 ji sedî bi ser keft, nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de gurtir kirin.