Bûyerpress
Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, encamên referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê ragihand, dengê belê ji sedî 92.73 ye, dengê na ji sedî 7.27 e.
Di amara Komisyonê de ku duh Çarşemê belav bû, hat zanîn ku hejmara dengdaran zêdetir ji 4500.000 ye, her wiha 3300000 kes beşdarî dengdanê bûne.
Referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê li tevahiya deverên kontrola pêşmergeyan, di 25ê Êlonê de li dar ket.