Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk (HSDê) di çarçoveya çalakiyên Helmeta Bahoza Cizîrê de, 5 Êzidiyên dîlgirtî li deverên Dêra Zorê ji destên çekdarên DAIŞê rizgar kirin.
Her 5 kesên dîlgirtî ji Tebaxa 2014’an ve li devera Şengalê hatibûn binçavkirin û di pişt rizgarkirinê re, Meclisa Rêveberiya Xweser li Şengalê ew radestî malbatên wan kirin.
Kesên ku hatin rizgarkirin: Hacî Qasim, Dexîl Tehlo, Sema Mîran Ehmed, Ebdela û Meyan Ezîz in.