Bûyerpress
Der heqê axaftinên Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Elmu’elim de, Hevserokê PYDê Salih Muslim di axaftineke xwe de li gel Bûyer, got ku”Helwesta Mu’elim ne zelal bû, lê em bi erênî dinirxînin”.
Di heftemîn kongreyê PYDê de, Muslim da zanîn ku “Her çi qas daxuyaniyê Mu’elim erênî ye jî, lê em ji bo tevahiya Sûryayê federaliyê dixwazin, ne tenê ji bo Kurdan.”
Ji aliyê xwe ve û li heman cihî, Serokê Meclisa Cîbicîkar li Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan ji Bûyr re ragihand ku “Daxuyaniya Welîd Elmu’elim dereng û lawaz e.”