Bûyerpress
Hevseroka Meclisa Sûryaya Demoqratîk İlhma Ehmed got ku referadnoma Başûrê Kurdistanê dê bandoreke erînê li ser Rojavayê Kurdistanê bike ku bi rêya wê dê fişarek li Şamê were kirin.
Di axaftineke xwe de duh Çarşemê li gel Ajansa Reutersê, Ehmed got ku piştî serbixwebûna Başûrê Kurdistanê, dê deriyê têkiliyan di navbera me û Başûr de vebe.
Der barê rewşa Kurdî li Sûryayê, Ehmed got ku me zêdetir ji carekê gotiye Rûsiyan ku divê hikûmeta Sûrî ji bo danûstandinan li gel me rûne.