Bûyerpress
Li taxa Elnehda ya navenda bajarê Reqayê û piştî şerekî giran li hember çekdarên DAIŞê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk mizgevta Îmam Elnewewî rizgar kir.
Ragihandina Helmeta Hêrsa Feratê da zanîn ku duh Çarşemê li taxa Elnehda mezigevta Îmam Elnewewî hat kontrolkirin li gel dîlgirtina du çekdarên DAIŞê.
Li dorhêl û navenda bajarê Reqayê şer berdewam e û piraniya taxên Reqayê ketine jêr kontrola HSDê.
Ji aliyekî din ve, hêzên Helmeta Bahoza Cizîrê li derdora bajarokê Siwerê yê sînorî, li hember çekdarên DAIŞê di şerekî giran de ne.