Bûyerpress
Desteya Cîbicîkar a Federaliya Bakurê Sûryayê, axaftinên Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Elmu’elim bi erênî nirxand û der heqê wan axaftinan de daxuyaniyek belav kir, tê de amadekariyên xwe ji bo danûstandinên li gel hikûmeta Sûrî nîşan da.
Bi rêya daxuyaniyekê îro Çarşemê, Desteya Cîbicîkar a Federaliya Bakurê Sûryayê got ku ew amade ne ku li gel Hikûmeta Sûrî li ser sîstemeke federal û demoqratîk danûstandinan bike.
Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Elmu’elim roja Duşemê di axaftineke xwe de got ku der barê sîstema xwebirêvebirinê ji hêla Kurdên Sûryayê ve, em amad ne ku danûstandinan bikin.
.