Bûyerpress
Serokomarê Turkyê Receb Teyib Erdoxan got ku Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî xayîn e, ji ber ku di pirsa referandomê de guh neda helwesta me.
Di gotareke xwe de li pêş cemaweran, Erdoxan tekez kir ku Enqerayê bawer nedikir ku Berzanî vê şaşîtiyê bike, lê bawerî têk çûn.
Her wiha Erdoxan gef li Herêma Kurdistanê xwar û got ku hemî bijarde li pêş wan vekirî ne, û got ku eger em dergeh bigirin, dê Kurd ji nêza bimirin.