Bûyerpress
Şahê Erebistana Si’ûdî biryarnameyek belav kir, tê de destûr da jinên Si’ûdî ku êdî ew dikarin siware û erebeyan bajon.
Ajansa fermî ya Si’ûdiyê ragihand ku ev biryar dê di nava 30 rojan de cîbicî bibe.
Erebistana Si’ûdê takedewlet di dunyayê de ye ku nahêle jin erebeyê bajoye.
Ji aliyê xwe ve Serokê Emerîkayê Donald Turmp kêfxweşiya xwe ji bo vê biryarê nîşan da û got ku ev gaveke erênî ber bi mafê jinê ve ye.