Bûyerpress
Encumena Wezîrên Iraqî duh Sêşemê ragihand ku wê biryar daye ku geştên asîmanî yên her du firokxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê werin rawestandin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku dê ev biryar li dar be hetanî ku karê her du firokxaneyan bikeve jêr çavdêriya berpirsyarên desthilata navendî.
Di heman daxuyaniyê hat ku divê hemî derbasgehên bejayî yên Herêma Kurdistanê jî bikevin jêr çavdêrî û kontrola Bexdayê.