Bûyerpress
Duh Sêşemê di kongreyekî rojnamevanî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mes’ûd Berzanî doz ji Hikûmeta Iraqî kir ku hurmetê ji îradeya gelê Kurdistanê re bigire, “Ji ber ku Herêma Kurdistanê naxwaze li gel dewletên derdorê têkeve nava pirsgirêkan”.
Her wiha Berzanî got ku “Referandom ne tawan e, ne jî pêngaveke derqanûnî ye û ne ji mafê tu kesî ye ku gazindan ji me bike”.
Berzanî di nava axaftina xwe de, bang li Serokwezîrê Iraqî Heyder Elebadî kir ku dergehê lihevhatinê negire û got ku divê Iraq êdî têkiliyên xwe li gel me xweş bike.