Bûyerpress
Serokomarê Turkyê Receb Teyib Erdoxan gef li Herêma Kurdistanê xwar ku ew ê nehêla Herêma Kurdistanê êdî bi rêya xaka Turkyê petrola xwe ji bo welatên din binihêre.
Axaftinên Erdoxan wekî fişarekê ne li ser Herêma Kurdistanê, ew jî ji sedema encamdana referandoma serbixwebûnê.
Di heman demê de Serokwezîrê Turkyê Bin Elî Yeldirim got “Dibe ku Enqera ji hêlên asîmanî û sînorî ve hin cezayan der heqê Herêma Kurdistanê de bibire”
Erdoxan di berdewamiya axaftina xwe de got”Piştî ku em boriyên petrolê li gel Herêma Kurdistanê bigirin, Herêma Kurdistanê dê çawa petrola xwe bifiroşe?”