Bûyerpress
Wezîrê Derve yê Sûrî Welîd Elmu’elim got dibe ku em danûstandinan li ser avakirina sîstemeke xwebirêvebirinê ji bo Kurdên Sûryayê bikin, eger di çarçoveya sînorên dewleta Sûrî de be.
Di hevpeyvîneke xwe de li ser televizyona Sûrî, Elmu’elim careke din parçebûna Herêma Kurdistanê ji dewleta Iraqî red kir û got ku ew ê piştgîriya yekbûna Iraqê bikin.
Di heman hevpeyvîna xwe de, Elmu’elim tekez kir ku kirîza Sûrî ber bi dawiya xwe ve diçe.