Bûyerpress
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD) Salih Muslim, di axaftineke xwe de li gel rojnameya Elşerq Elewset duh Duşemê got ku eger Herêma Kurdistanê rastî tu êrîşan hat, dê Yekîneyên Parastina Gel (YPGê) piştgîriya gelê Başûrê Kurdistanê bike.
Di heman axaftinê de, Muslim got ku referandpm mafekî rewa ye û em ê piştgîriya dengdanê bikin.
Her wiha Muslim got ku her çi qas nakokiyên navxweyî di navbera me de hene jî, lê Yekîneyên Parastina Gel dê berevaniyê di ber Kurdên Başûr de bikin, ji ber ku YPGê hêza parastina Kurdan tevan e.