Bûyerpress
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran xelk daketin kolanan û gefên hikûmeta Îranê yên li dij Herêma Kurdistanê û Serokê wê Mes’ûd Berzanî şermezar kirin.
Di dema lidarxistina referandom serbixwebûnê de ji hêla Herêma Kurdistanê ve, hikûmetên Bexda, Tehran û Stenbolê li dij wê derketin û gefên tund li Herêma Kurdistanê xwarin.
Ji vê yekê Kurdên bajarên Mehabad, Sendic, Seqiz û Merîwanê xwenîşandan li dar xistin û ji hikûmeta Îranî xwestin ku rêz ji îradeya gelê Kurd re bigire.
Li gorî ku hat zanîn, di wan xwenîşandanan de hêzên Îranî zêdetir ji 45 xwenîşanderên Kurd desteser kirin.