Bûyerpress
Piştî 11 demjimêran ji dengdana berdewam, referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê bi awayekî biewleh, bi dawî bû.
Li gorî ku hat ragihandin, rêjeya beşdarbûnê di dengdanê de 76 ji sedî bû û bi qasî yek demjimêrî dengdan hat dirêjkirin.
Tevahiya nûnerên rêxistin û kombûnên siyasî yên li Herêma Kurdistanê, bi erênî tevlî dengdanê bûn.