Bûyerpress
Welatiyên bajarê Qamişlo duh Duşemê bi şahî û dîlanan, lidarketina referadnoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê, pîroz kir.
Ji demjimêrên sibehê ve hetanî derengî şevê, li bajarê Qamişlo û pirî deverên Rojavayê Kurdistanê, xelk bi aleyên Kurdistanê daketin kolanan û piştgîriya xwe nîşan da.
Hêja ye mirov bibêje ku Hêzên Asayîşa Rojava li bajêr belav bûbûn, da ku van şahî û kombûnan biparêzin.