Bûyerpress
Hevseroka Meclisa Damezrêner a Federaliya Bakurê Sûryayê Hediya Yûsiv ragihand ku eger Herêma Kurdistanê ji hêla dewletên derdor ve dorpêç bû, dergehê Sêmalka li ber Herêmê vekirî ye.
Di rêya belavokekê re li ser rûpela xwe ya Twîterê, Yûsiv tekezî li ser wê yekê kir ku dergehê Sêmalka û hemî dergehên din li ber Herêma Kurdistanê vekirî ne, û eger Herêma Kurdistanê rastî êrîşekê hat, dê Rojavayê Kurdistanê jê re palpişt be.
Her wiha Hediya Yûsiv gefên Îran û Turkyê der heqê Herêma Kurdistanê de red kirin û tekezî li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê kir.