Bûyerpress
Welatiyên Herêma Kurdistanê sibeha îro Duşemê li ber navendên dengdanê rêz bûne, da ku der heqê referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê de, dengê xwe bi “erê” yan jî “na” bidin.
Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihand ku dema dengdayînê 10 demjimêr e û zêdetir ji 5 melyon kes dikarin tevlî bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê ji kesên yekemîn bû ku îro sibehê dengê xwe li Hewlêra Paytext da.
Proseya dengdayînê ji bo referandoma Serbixwebûna Kurdistanê, li hemî deverên kontrola Pêşmerge li dar e.