Bûyerpress
Şervanên Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî di çarçoveya Helmeta Bahoza Cizîrê de pêşveçûna xwe didomînin û li devera Siwerê ya li ser sînorê Sûrî û Iraqê şer giran e.
Rûpela Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku ji encama şerê duh Yekşemê yê li devera Siwerê, 4 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî, ji roja destpêbûna helmetê ve, li milên Ebû Xeşeb û Fasê li rûberekî mezin bi pêş ve çûne û mezintirîn zeviyê xazê kontrol kiriye.