Bûyerpress
Di roja xwe ya 111’ê de, Helmeta Hêrsa Feratê didome û li taxên hawîrdorê navenda bajarê Reqayê, şerekî dijwar di navbera şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê de li dar e.
Li taxên Emîn, Hena û çerxerêyên Ne’îm û Delê ku li navenda bajarê Reqayê ne, şerekî giran rû dide û herî dawî jî şervanên HSDê devera Ferdos a taxa Hena kontrol kiriye.
Di heman demê de, li taxên Endelus û Nehda, di navbera HSDê û DAIŞê de şer li dar e û şervanên HSDê ber bi mizgevta Îmam Newewî ve bi pêş ve diçin.