Bûyerpress_Amûdê
Komseriya Bilind a Hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûryayê di kongreyekî rojnamevanî de ragihand ku rêjeya beşdarbûnê di hilbijartinên komînan de 70% bû.
Di kongreyê rojnamevanî de ku îro Yekşemê li bajarê Amûdê li dar ket, Komseriyê da zanîn ku hejmara dengdêran li Herêma Cizîrê gihaşt 437142 dengdêrî û 5102 hevserokên komînan bi ser ketin.
Hilbijartinên komînan di 22yê vê mehê de li her sê herêmên Federaliya Bakurê Sûryayê li dar ketin, ew jî li jêr parastina 12 hezar endamên ewlehiya giştî ya Rojava.
Nûçegihanên Xwecihî