Bûyerpress
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê duh Yekşemê bi rêya daxuyaniyekê got ku “Referandoma Başûrê Kurdistanê nûnertiya îradeya azad a gelê Kurdistanê dike, em bi xurtî piştgîriya wê dikin”.
Di daxuyaniya xwe de,HRRKê tekezî li ser wê yekê kir ku referandoma Başûrê Kurdistanê û hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê îradeya azad a gelê Kurd e û çi biryara ku ji her du aliyên Diclê derkeve, cihê rêz û hurmetê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de, HRRKê bang li tevahiya gelê Kurd kir ku bi awayekî aktîv tevlî referadnom û hilbijartinan bibe.