Bûyerpress
Berdevkê Partiya Demoqratîk a Gelan Osman Baydemir duh Şemiyê di rûniştineke perlemana Turkî de got ku ragihanda şer li dij başûrê Kurdistanê, ragihandina şer li dij 40 melyon Kurd e.
Perlemana Turkyê duh Şemiyê rûniştineke awarte ji bo perlemanê li dar xist, da ku dengdan li ser berdewamiya hikûmeta Turkyê ya aniha were kirin, ku bi operasyonên leşkerî li Sûrî û Iraqê rabe.
Baydemir di heman rûniştinê de got ku Hikûmeta Turkî piştgîriya terorê kiriye û ne ji mafê wê ye ku gefan li îradeya gelan bixwe.