Bûyerpress
Hevbendiya Niştimaniya Kurd li Sûryayê duh Şemiyê daxuyaniyek belav kir, tê de piştgîriya xwe ji bo referadnoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê nîşan da.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de got ku biryara serwerên Kurdistanî û perlemana Kurdistanê, biryareke dîrokî ye ji bo gelê Kurd.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hevbendiya Niştimanî gelê Kurdistanê pîroz kir û got ku ew piştgîriya hemî bijardeyên gel dike.