Bûyerpress
Birêvebirê Asayîşa Parêzgeha Hewlêrê Ebdulxaliq Tel’et ragihand ku wan pîlana parastina pêvajoya referandoma Herêma Kurdistanê çêkiriye û hemî bergirî sitandiye.
Tel’et da zanîn ku di roja dengdanê de, dê ewlehiyeke baş ji welatiyên Herêma Kurdistanê re peyda bibe ku biçin navendan dengê xwe bidin.
Biryar pê hey ku referandoma serbixwebûna Herêma Kurdistanê, di 25ê vê mehê de were lidarxistin.