Bûyerpress
Li dorhêla navenda bajarê Reqayê, di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de şerekî giran rû dide û HSDê pêşveçûna xwe didomîne.
Ji beriya aniha hat ragihandin ku hêzên HSDê 90% ji rûbera bajarê Reqayê rizgar kiriye, û tenê DAİŞ li bakurê Reqayê dorpêçkirî maye.
Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê zêdetir ji 3 meh û nîvan e ku dest pê bûye û tê pêşbînkirin ku ev rojên wê yên dawî ne.