Bûyerpress
Di çarçoveya Helmeta Bahoza Cizîrê de, hêzên Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî duh Înê mezintirîn zeviyê xazê ku bi navê Konîko tê naskirin, kontrol kir.
Malpera Fermî ya Helmeta Bahoza Cizîrê ragihand ku li gundewarê Dêra Zorê û piştî 2 rojan ji şerekî tund, hêzên HSDê temamî zeviyê Konîko rizgar kir.
Her wiha hat ragihadin ku hêzên HSDê aniha ber bi devera Xişam û zeviyê Cefra ve diçin.