Bûyerpress
Duh înê li Leyzgeha Franso Herîrî ya li Hewlêra paytext, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî gotarek pêşkêşî gelê Kurdistanê kir û tekezî li ser lidarxistina referandomê kir.
Berzanî di gotareke xwe de li hember dehezaran ji xelkê Kurdistanê, got ku êdî biryara referadnomê ji destên wî û partiyan derketiye û ketiye destên gelê Kurdistanê.
Her wiha Berzanî da zanîn ku helwesta civaka navdewletî ne ew qas hişk e, ji ber ew tenê lipaşxistina referandomê dixwazin; ne jî tunekirina wê.