Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan duh Pêncşemê ragihand ku Hikûmeta Sûrî li gel çekdarên DAİŞê gihane rêkeftinekê da ku DAİŞ ji tevahiya Hemayê derkeve.
Heman rewangehê da zanîn ku li gorî rêkeftina hikûmeta Sûrî û DAİŞê, dê li gundewarê rojhilatê Hemayê bi sedan ji çekdarên DAİŞê li gel malbatên xwe ji deverê biçin.
Rêkeftina Hikûmeta Sûrî li gel DAİŞê, piştî 18 rojan ji şerekî berdewam tê.