Bûyerpress
Encûmena Ewlekariya Navdewletî bi erêkirina her 15 endamên xwe, daxuyaniyek da û tê de nerazîbûna xwe ji pêkanîna referandoma Herêma Kurdistanê re diyar kir.
Di heman daxuyaniyê de, Encumena Ewlekariyê bang li Herêma Kurdistanê kir ku referandomê li paş bixîne, ji ber ku dê bibe sedema nearamiyekê li deverê.
Her wiha di daxuyaniyê de hat ku lidarxistina referandomê dê bandoreke neyînî li şerê dijî DAİŞê bike.