Bûyerpress
Şervanên Helmeta Bahoza Cizîrê li herêma Siwerê ku dikeve li sînorê Sûrî û Iraqê, şerekî dijwar li hember DAİŞê dikin, û bi qasî 3 km’yan bi pêş ve çûne.
Di heman demê de, hêzên Bahoza Cizîrê mezintirîn kargeha xazê li ser asta tevahiya Sûryayê ku bi navê Konîko tê naskirin, êxistiye dorpêçê û aniha şer li dorhêlê dar e.
Helmeta Bahoza Cizîrê ji 2 hefteyan ve dest pê bûye, tenê deverên kontrolnekirî yên Cizîrê û rojhilatê Feratê armanc digire.