Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk li taxên Emîn û çerxerêyên Ne’îm û Delê yên navenda bajarê Reqayê bi pêş ve diçin û ji encama şer, herî kêm 60 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.
Dezgehên ragihandinê da zanîn ku aniha tu hebûna çekdarên DAİŞê li Reqayê nemaye, tenê hêzên HSDê operasyoneke paqijkirina deverê daye destpêkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê, ev heye 108 roj ku dest pê kiriye û pirî taxên Reqayê kontrol kiriye.