Bûyerpress
Der heqê hilbijartinên komînan ku îro Înê li dar in, berdevkê Hêzên Asayîşê Elî Elhesen biryarnameyek belav kir û tê de qedexeya derketinê ragihand.
Elhesen sibeha îro Înê, di biryarnameyê de da zanîn ku ji bo ewlehiya birêveçûna hilbijartinan, li herêmên Cizîr û Feratê, ji demjimêr 8ê sibehê hetanî 8ê êvarê, nabe ku çu kesê bigere.
Hilbijartinên komînan îro Înê dest pê kirine, û dema wan tenê rojek e.