Bûyerpress
Bi serperştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî, dê Komîteya Bilind a Referandoma Herêma Kurdistnê îro li Hewlêrê bicive, ji bo gengeşekirina pêşniyarên ku ji aliyê Civaka Navdewletî ve hatine pêşkêşkirin.
Her wiha dê gengeşe li ser çêkirina şandeyekê were kirin, da ku ji bo Bexdayê were birêkirin.
Ji aliyê leşkerî ve, Wezîrê Hêzên Pêşmerge Cebar Yawir ragihand ku ew ê li gel Artêşa Iraqî li rizgarkirina Hewîcayê beşdar nebin.