Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşa Rojava), duh Çarşemê li Herêma Efrînê barekî çek û teqemeniyan ku di hundirê sehrîceke mazotê de veşartî bû, desteser kir.
Malpera Fermî ya Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku li Derbasgeha Kundê, dema ku ev sehrîc ji Idlibê dihat, piştî lêgerînê çek û cebilxane pê re hatin dîtin.
Heman malperê da zanîn ku barê çekan ji berikên rûsiyê, cercûr, demançe û hin teqemeniyan pêk dihat.