Bûyerpress
Firokeyên Cengî yên Turkyê duh Çarşemê gundewarê Parêzgeha Kerkûkê bumbebaran kir û ji encamê 7 kesên sivîl şehîd bûn.
Der heqê evê bumbebaranê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya daxuyaniyekê ev kiryar şermezar kir û got ku di dema ku xelkên sivîl di zeviyên xwe de kar dikin, firokeyên Turkyê bi behaneya hebûna PKKê welatiyan topbaran dike.
Di heman daxuyaniyê de Herêma Kurdistanê ji Turkyê xwest kiryarên wiha rawestîne û ji cîrantiyê re rêz bigire.