Bûyerpress
Hêzên Hemleta Bahoza Cizîrê pêşveçûna xwe ji milê Ebû Fasê ve didomînin, herî dawî jî 5 kîlomitreyan bi pêş ve çûne û 15 baxçe rizgar kirin.
Malpera fermî ya Helmeta Bahoza Cizîrê ragihand ku hêzên wan ji devera Siwerê ya li ser sînorê Iraq û Sûryayê nêzîk bûne û şerekî dijawr di navbera wan û DAİŞê de didome.
Di heman demê de, hêzên HSDê karîn bi dehan ji jin û zarokên gundewarê Dêra Zorê rizgar bikin û wan ji bo deverên biewleh veguhêzin.