Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Hêzen Sûryaya Demoqratîk 90% ji rûbera bajarê Reqayê kontrol kiriye.
Birêvebirê Rewangeha navborî Ramî Ebdulrehman, ji ajansa Frans Press ragihand ku hêzên HSDê herî dawî taxa Elseknê rizgar kiriye.
Hêzên Sûryaya Demoqartîk di çarçoveya Helmeta Hêrsa Feratê de, Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê ji 3 mehan ve daye destpêkirin.