Bûyerpress
Hêzên Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî di şerê xwe de yê li hember rêxistina DAİŞê, li milê gundê Ebû Fasê bi qasî 3 kîlomitreyan bi pêş ve çûye.
Bi palpiştiya firokeyên Hevpeymana Navdewletî, Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî, Helmeta Bahoza Cizîrê di 9ê vê mehê de da destpêkirin.
Ji hêleke din, hêzên rêjîma Sûrî li rojhilat û başûrê Dêra Zorê pêşveçûna xwe didomîne û dorpêça li ser DAİŞê astengtir dike.