Bûyerpress
Helmeta Hêrsa Feratê bi serkêşiya Hezên Sûryaya Demoqratîk di Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê de berdewam e û hetanî aniha, 67% ji rûbera bajarê Reqayê êxistiye jêr kontrola xwe.
Hêzên HSDê li rojhilat, rojava, başûr û navenda bajarê Reqayê serdest in û pirî taxên van milan êxistine jêr kontrola xwe, taxên ku HSDê rizgar kirine, ev in: Sebahiyê, Romaniyê, Hetîn, Qadisiyê, Yermûk, Kerîm, Hîşam Ebdulmelik, Nezlet Şihadê, Pîşesazî, Meşleb, Taxên Reqaya Kevin, Betanî, Der’iyê, Mirûr, Mensûr û Seknê.
Di heman demê de Hêzên Sûryaya Demoqratîk di taxên Emîn, Remliyê, Rewda, Berîd û Nehdayê de bi cih bûne û şerekî giran di navbera wan û DAİŞê de li dar e.
Li aliyekê din, çekdarên Rêxistina DAİŞê tenê li taxên Endelus, bakurê demirê tirênê, Huriyê, Tişrîn û Tewesu’iyê ku li bakurê bajêr in bi cih in û ji hêla lojistîk û cebilxaneyê ve pêdiviyên wan tune bûn.
Ji beriya aniha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandibû ku tenê 300 ta 400 çekdarên DAİŞê li bajarê Reqayê mane û êdî pirî wan bi dest xwe re xwe dipeqînin, ji ber ku rêyên revê tev de hatine girtin û ji hêla lojistîk û cebilxaneyê ve Rêxistina DAİŞê tune bûye, ji vê yekê derûniya wan pir xerab bûye û bi her awayê êrîşên xwekujî pêk diînin.