Bûyerpress
Di çarçoveya lidarxistina şahiyên piştgîriya referandoma Herêma Kurdistanê de, li bajarê Kerkûrkê duh Duşemê pevçûn û levxistin di navbera çend xortên Kurd û Turkmen de derketin.
Li gorî dezgehên ragihandina xwecihî, du kesên Kurd û pasîvanê navendeke siyasî ya Turkmenan birîndar bûne.
Di pişt vê bûyînê re, hêzên asayîşê li temamî bajarê Kerkûkê rêbendên xwe danîn, da ku careke din tiştekî wiha rû nede.