Bûyerpress
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî duh Duşemê li bajarê Selahedînê pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Birîtanî Maykil Falon kir û di civînekê de pirsa referandoma Herêma Kurdistanê hat gengeşekirin.
Li ser daxwaza Wezîrê Berevaniya Birîtanî ji bo lipaşxistina referandomê, Berzanî got ku wan hemî cureyên hevkariyê li gel Bexdayê cerbandine û ji serbixwebûnê pê ve tu çare nemaye.
Her wiha Berzanî got tenê çareyek ji bo lipaşxistina referandomê heye, ew jî dema ku Bexdad li ser destnîşankirina demeke din ji ragihandin serbixwebûnê re erê bike, ku ev rêkeftin jî dê li jêr serpereştiya hêzên navdewletî.