Bûyerpress
Li navenda bajarê Reqayê di navbera Hêzên Sûryaya Demoqratîk û çekdarên DAİŞê de şer berdewam e û ji encama şerê duh Duşemê, zêdetir ji 40 çekdarên DAİŞê hatine kuştin.
Malpera Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku li taxên Emîn, Hena, Rimêle, Rewda û Tişrîn şerekî giran li dar e û hêzên HSDê pêşveçûna xwe didomînin.
Di heman demê de, hêzên HSDê derdora 40 kesên sivîl ku piraniya jin û zarok in, li taxa Rewda rizgar kirin.