Nûçegihanê Bûyerpress li bajarê Hesekê agahî da ku navenda partiya Beʼis Li Hesekê rastî êrîşeke xwekujî hat û Pevçûn di navbera endamên parastina navenda partiya Beʼis li bajarê Hesekê û şervanên Dewleta Islamî çêbûn.
Şervanine DAIŞê êrîşê avahiya şaxê Beʼis li Hesekê kirin û hîna dengê guleyan tê, welatiyan ala Dewleta Islamî li ser navendê dîtin.
d gor Rawangeha Sûrî ya mafên mirovan i heman demê de pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên rêjîmê de nêzîkî Foca 121ê yê tê naskirin bi navê Foca Mêlbiyê berdewam in.
Li taxa Neşwa Rojava jî pevçûn hebûn, di encamê de 11 ji hêzên rêjîmê hatine kuştin, di nav wan de srkêşek heye û hieke din birîndar bûne.
Ji aliyekî din ve bumbeyeke deng teqiya dema otombîleke leşkerên rêjîmê li bajarê Qamişlo derbas dibû û 3 endam birîndar bûn.
Li gor agahiyên welatiyan, dikanên bazara bajarê Hesekê hatine girtin, zehmetiya çûnûhatinê û jidandin li rêbendên rêjîmê heye.