Serkirdeyin Encûmana Niştmanî Kurdî li Sûriyê dibêjin ku roleke encûmenê giring li ser asta Sûriyê dibînin û wan rêkeftinek bi opozisyona Sûrî re girêdaye ku tê de opozisyon li mafê kurdan mikur hatiye, lê hîna opozisyona Sûrî ev gotin piştrast nekiriye û tiştek di wê derbarê de nehetiyê eşkerekirin.
Encûman Niştmanî ya kurdî li Sûriyê (ENKS) ku di 26 çileya pêşî 2011an de hatbû damezrandin, ji 11 partiyan pêk dihat û bi dû de, hejmar zêde bû ta ku giha 16 partiyan û çend hevrêzan û kesayetiyên serbixwe.
Rola ENKSê di rojavayê kurdistanê taybet bû di warê siyasî de, tevî ku di peymana Hewlêrê de xalek taybetiya komîteya leşkerî ku ENKS divabû şervanan amade bike ji bo şer, lê wan û PYD li hev nekirin.
Di tîrmeha 2012 desteya bilind a kurd hatibu damezrandin, di vanbera ENKS û Encûman Gel ya Rojavayê KurdistanêEGRK, lê ew deste çalak nebû bi hiceta her encûmanek ya din tawanbar dikir ku astengiyan li pêşiya karê hevbeş derdixe.
Derbarê destkeftên ENKSê de serkirdene vê encûmenê ji Rûdaw Tv re axivên.
Feysel Yusif endamê sekreterya giştî a ENKS dibêje: ʺENKS karîbû rêveberiya miletê rojava û nûnertiya wî kiriba di mehafilê dewlî deʺ.
Feysel yûsif berdewam dike: ʺBi wî karê xwe yê siyasî karîbû rêveberiya miletê xwe bike li menberê diwelî herî mezin yên xwedî biryara çêkirina Suriya musteqbe Îro xebata kurdî ya ku bi dehê salan Encûmana Niştmanî Kurdî xwedî jê re ye, xebata ku miletê kurd dike şirîk di Sûriya de û çespandina wê di destûrê de, kêmayî hene di meselê aborî de û astengî jî heneʺ.
Endamê komîteya têkiliyên derve di ENKSê de Ibrahîm Biro: ʺKongirê cinêvê serkeftin bû ji bo kurdan û herwiha Encûman Niştmanî di aliyê siyaseta diwelî de, ew nûnerên miletê kurd li Sûriyê, li ser erdê hinek lawazî heye ji ber ku qeweta zor û çekan him ji aliyê rêjîmê de û ji aliyê terora ku bi Qaîde ve girêdayî ye, him jî Encûmana Gel a Rojavaye Kurdistanê ku siyaset di Kurdistana Sûriyê de qedexe kiryêʺ.
Gelek siyasetmedar û çalakvan dibêjin ku ENKS bi erkê xwe ranebû beranberî milet ta ku rewşa wî ber bi xweşbûnê bibe û dibêjin ew bi xwe pirsgirêkek bû li pêşya milet.
Nivîskar Ehmedê Mûsê: ʺEncûmana Niştmanî laşekî mirî ye û bêhêvîbûna wê wek meclisa din herêmên kurdî vala dike û wê fatora wê gelekî buha û giran be li ser miletê kurd, sibe em ditirsin ev xelkên koçber, her yek kilîta mala wî di stuyê wî de be, îca mafê vegerê bixwazin, bibin filestîniyn dudiwan li ber destên cîhanêʺ.