Piştî ku her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nikarîn pirsa namzetê postê serokomarê Iraqê yekalî bikin, fraksyonên Kurdistanê li Bexdayê ev pirs yekalî kirin û Fûad Mehsûm bo wî postî wek namzetê Kurdan diyar kirin.
Li gor rêkeftinên syasî, di navbera her sê serokatiyên Iraqê de, posta serokomar pişka Kurdan e û di nava Kurdan de jî bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye. Polîtbûroya YNK’ê di civîna xwe ya vê dawiyê de nikarî li ser yek namzetê xwe ji bo serokkomariyê li hev bike, lewma 2 namzet pêşniyar kiribûn ku ew jî Berhem Salih û Fuad Mehsûm in.
Bi mebesta yekalîkirina namzetekî bi tenê bo posta serokomar duh, 23.07.2014, polîtburoya YNK û PDK li Hewlêrê civiyan lê wan nikarî ti biryara yekalîker di vê derbarê de bidin û yekalîkirina vê pirsê avêtin ser mile fraksyonên Kurdistanê yên li Bexdayê.
Li gor biryara YNK û PDK, duh êvarî demjimêr 11, fraksyonên Kurdistanî li hotêla Reşîd li Bexdayê civiyan, ji bilî her du namzetên serokomar, 55 parlamenter beşdar bûn.
Bo diyarkirina namzetê Kurdan bo posta serokomar, fraksyonên Kurdistanî navê her yek ji Fûad Mehsûm û Berhem Salih xistin dengdanê û di encam de Fûad Mehsûm bi piraniya 30 dengî wek namzetê Kurdan ê serokkomar hat diyarkirin û hevrikê wî Berhem Salih 23 deng bidest xistin.
Ji bilî Fûad Mehsûm yê ku fraksiyonên Kurdistanê dê wî wek namzetê serokomariyê pêşkêşî Parlementoya Iraqê bikin, endamê polîtburoya YNK Necmedîm Kerîm hê daxwaza xwe namzetkirinê bo posta serokomariyê venekişandiye, tevî hişyariyên polîtburoya YNK û gefên hin serkirdeyên YNK bi dûrxistina wî. Biryar bû duh, 23.07.2014, Parlementoya Iraqê serokomarekî nû bo Iraqê hilbijêre, lê bi piraniya dengan ev pirs hat paşxistin û civîna parlementoyê hilweşiya.
Jêder: BasNews