Bûyerpress
Kurdhez û çalakvana Emazîgî Melîka Mezan, bi rêya vîdyoyekê palpiştiya xwe ji serbixwebûna gelê Kurd re raber kir û daxwaz kir ku “Serê Ereban bête jêkirin”, ji vê polîsên Mexribî ew vexwest da ku lêpirsînê pê re bikin.
Melîka Mezan çalakvaneke Emazîxî ye, palpiştiyeke bêsînor ji doza gelê Kurd re dike û di gotarên xwe de bi tundî şerê Ereban dike.
Gelek nijadperest û olperestên Mexrebê doz ji hikûmeta xwe dikin ku cezayekî giran der heqê Melîka Mezan de bibirin.